Hewlêr (ZNA) - Di Gruba Cyê de Almanyayê lîstika xwe ya yekemîn de Ukrayna têk bir û 3 puan bidest xist.
Tîmên futbolê yên Almanya û Ukrayna di çarçoveya Kûpaya Euro 2016ê de hatin pêşberî hev.
Di pêşbirkê de Almanya bi encama 2-0 serket û 3 puan bidest xist.
Di xuleka 19ê de lîstikvanê Almanyayê Shkodran Mustafî gola yeke avêt û beşa yekem a pêşbirkê bi vê skorê dawî bû.
Lîstikvanê Almanyayê Bastian Schweinsteiger xuleka 90+2ê goleke din jî avêt Ukraynayê û lîstik bidawî hat.
3532 car hatiye dîtin |