English | عربی | کوردی  
 
 
2019-05-06 [11:49 AM]

Hewlêr(ZNA) -


Berpirsê lijneya navçeya PDKê li Şingalê diyar kir, projeya Heşdî Şeibî û PKKê li Şingalê ew e, xelkê Şingalê ji kurdbûnê dûr bixe, bi taybet jî xelkê Şingalê ji PDKê dûrbixin.

Berpirsê lijneya navçeya Şingalê yê PDKê Husên Mecî ragehand: ‘’Naha li Şingalê hemû aliyên siyasî dijî PDKê kar dikin. Hemû hewldan dihên kirin bo xelkê Şingalê ji PDKê dûr bikeve. Ev jî yek ji planên Heşdî Şeibî û PKKê ye bo dûrxistina hemwelatiyên Şingalê ji PDKê û kurdbûnê dûrbixin û ji bo wê jî piştevaniya PKKê tê kirin. Her du alî li gel yek planeke siyasî li gor berjewendiyên xwe li Şingalê birêve dibin, dest ji wan planên xwe yên metirsîdar bernadin. Rewşa Şingalê baş nîne, niyeta wan ew e Şingal bo wan bimîne.’’

Herwaha got: ‘’Ev plan û bernameya Heşdî Şeibî û PKKê li Şingalê danîne, bi tenê welatiyên Şingalê zerer dê jê bibînin. Her bo nimûne jî berî çend rojan, PKKê nehêla Dezgayê Xêrxwaziya Barzanî alîkariya mirovî û xêrxwaziyê ji xelkê Şingalê re belav bike.’’





250 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad