English | عربی | کوردی  
 
 
2016-05-14 [10:49 AM]

Hewlêr (ZNA) - Ajansa Navdewletiya Wuzeyê pêşbînî kir, ku xwasta bo petrolê di asta cîhanê de zêdetir bibe û rojane xwasta bo petrolê bigihje 95 milyon û 500 hezar bermîlên petrolê.


Ajansa Navdewletiya Wuzeyê ragihand, ku li gor pêşbîniyên wan asta daxwaza bo petrolê di bazarên cîhanê de zêdetir bibe.
 
Li gor pêşbîniya wê ajansê, îsal dê xwasta li ser petrolê di bazarên cîhanî de zêdetir bibe û bigihîje asta rojane 95 milyon û 500 hezar bermîlan.
 
Bi wê pêşbîniyê, asta xwasta li ser petrolê rojane 1 milyon û 200 hezar bermîlan ji asta xwasta li ser petrolê di sala 2015ê de zêdetir e.
 
Herwiha ajansê daye xuyakirin, ku berhemaîna petrolê di meha Nîsanê de rojane bi qasî 0.25 milyon mîlyon bermîl zêde bibû û gihîştibû asta 96 milyon û 200 hezar bermîlan.
 
Ew yek di demekê de ye, ku rêjeya beremanîna petrolê ya OPECê li gorî berhemanîna welatên derveyî OPECê zêdetir bûye.
 
Ajansa Navdewletiya Wuzeyê amaje bi wê jî kiriye, eger guhertin di pêşbîniyan de jî bê kirin, lê belê xwasteka li ser petrolê dê her zêde be, ew yek jî ji ber wê sedemê ye, ku li hemû bazarên sereke daxwaza li ser Benzînê ber bi zêdebûnê ve diçe.





3418 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad