Hewlêr (ZNA) - Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir daxwaz ji alîgirên xwe kiriye ku êrişî ser partiyên şîe nekin.
Alîgirên Muqteda Sedir rojên pêncşem û înê li Besra, Nasiriye, Kut û Amare û Necefê hewil dane êrîşî ser baregehê partiya Dewe û civata bilind ya îslamî û saziya Bedir bikin.
Muqteda Sedir di daxuyaniyekê de got, guvaşxistina ser baregehên partiyên ku gendeliyê dikin, divê bi rên aştiyane be.
Sedir ji alîgirên xwe xwest ku êrişî ser baregehên partiyên şîe nekin, ku bi gotina wan ji aliyê Îranê ve têne piştevanîkirin. Sedir wan bi belavkirina gendeliyê tometbar dike.
Ji aliyê din ve Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadê jî ragihand ku hêzên hikûmetê dê rûberûyê wan kesan bibin ku ew kar pêk anîne.
Piştî ku Sedir daxwaz ji xelkê Iraqê û alîgirên xwe kir, ku bo piştevanîkirina proseya reforman xwepêşandanê bikin û dakevin ser cadeyan, bi hezaran kes li bajarê Bexdayê dest bi xwepêşandanên nerazîbûnê kirin.
2992 car hatiye dîtin |
|