Hewlêr (ZNA) - Piştî kontrolkirina tevahiya bajarê Felûceyê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana vî bajarî kir û li gel fermandarên operasyona rizgarkirina vî bajarî kom bû. Ebadî li nav bajar rizgarkirina Felûceyê ragihand.
Operasyona rizgarkirina Felûceyê berdewam e û duh di 33mîn roja operasyonê de, Artêşa Iraqê bajarê Felûce ya ser bi parêzgeha Enbarê ji dest çekdarên DAIŞ’ê rizgar kir.
Fermandarê Operasyona Felûceyê General Ebdulwehab Seidî bi daxuyaniyek rojnamevanî ragihand ku tevahî bajêr ji çekdaran hatiye paqijkirin û wê di nav du rojan de ewlekariya bajêr radestê polîna bikin.
Ji aliyê din ve piştî kontrolkirina Felûceyê Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî serdana vî bajarî kir û li gel fermandarên operasyona rizgarkirina vî bajarî kom bû.
Artêşa Iraqê bi hevkariya firokeyên şer ên hevpeymanan roja 23’ê Gûlanê dest bi operasyona rizgarkirina Felûceyê kiribû.
3217 car hatiye dîtin |