Hewlêr (ZNA) - Şîrketa Genel Energy ragihand, sala borî wî şîrketa berhemanîna petrolê 1 milyar û 358 milyon û 920 hezar dolar daye Herêma Kurdistanê.
Şîrketa petrolê ya Genel Energy ku şîrketeke Brîtanî-Tirkiyeyî ye û li her du blokên petrolê yên Teqteq û Binebawê yên li Başûrê Kurdistanê kar dike, nûtirîn raporta salane ya xwe belav kir.
Di vê raporta salane de, hûrgiliyên asta berhemanîna petrolê û rêjeya dahata şîrketê di sala 2015 de hatiye aşkerekirin.
Li gorî raporta Genel Energy, ku di dawiya meha borî (Hezîran) hatiye belavkirin, di sala borî de wê şîrketê 30 milyon û 971 hezar û 26 bermîlên petrolê li bloka petrolê ya Teqteqê firotiye.
Herwiha di raportê de hatiye, ku di heyama sala borî de Benel Energy 1 milyar û 358 milyon û 920 hezar dolar daye Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Wê şîrketa Brîtanî-Tirkiyeyî amaje bi wê yekê jî kiriye, ku ew pereyên ku li gorî tedbîrên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî dane Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tenê pereyê kar û çalakiyên wan ên li her du blokên Teqeteq û Binebawî bûye.
3214 car hatiye dîtin |