Hewlêr (ZNA) - Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê ragihand ku Pêşmergeyên di şerên DAIŞê de birîndar bûne li Eqerê têne dermankirin.
Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê derbarê 60 Pêşmergeyên birîndar ên duh ji bo dermakirînê çûnê Enqere daxuyaniyek belav kir.
Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê diyar ku Rêvebiriya Herêma Kurdistanê di meha Tebaxê de bi rêya nûnerên wan ên dîplomatîk li Hewlêrê re xwestine ku Pêşmergeyên di şerê DAIŞê de birîndar bûne li Tirkiye bêne dermankirin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Dermankirina Pêşmergeyên birîndarên li Enqereyê li nexweşxaneyên dewletê destpêkiriye. Hemû mesrefên dermankirina wan û çûnûhatina wan ji hêla welatê me ve hatiye bicîanîn."
3028 car hatiye dîtin |