Hewlêr (ZNA) - Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê ragihand ku ji destpêka operasyona kontrolkirina bajarê Mûsilê ve û heya niha 3 hezar û 802 kes koçber bûne.
Rêveberê Fermangeha Kar û Karûbarê Wezareta Koç û Koçberan Ziya Selal da xuyakirin ku tîmên wezaretê berdewam in li ser veguhestina kesên ku ji Mûsilê koçber dibin bo nava wan kampên taybet ku ji wan re hatine amade kirin.
Ziya Selal diyar kir ku tenê di roja yekşema borî de tîmên wan 452 koçber ji milê Başîkê veguhestine, herwiha 54 koçberên din jî ji devera Nawêran ya ser bi bajarokê Başîkê ve veguhestine nava kampa Zîlkan li bajarokê Şêxan.
Selal da zanîn ji bajarokê Geyare jî 398 koçber hatine wan kampên taybet.
3007 car hatiye dîtin |