Hewlêr (ZNA) - Nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê de ragehand, çekdarên DAIŞê li Mûsilê hatine dorpêç kirin.
Nûnerê taybet ê serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeymaniya navnetewî ya dijî DAIŞê de Brett McGork li Bexdayê ragehand, şeva 11.03.2017ê hêzên Iraqê dest danîne ser rêya dawiyê ya derketina çekdarên DAIŞê ya li Mûsilê.
Brett McGork diyar kir, welatê wan girêdayiye bi rêya revê li çekdarên DAIŞê ne tenê bo kuştinên wan, bo bi temamî têkbirina wan. Herwaha got, ew çekdarên rêxistina terorîst ên li rojavayê Mûsilê ne piraniya wan tên kuştin, ji ber di hemû aliyan de hatine dorpêç kirin.
3013 car hatiye dîtin |