Hewlêr (ZNA) - Dadgeha Federalî derbarê birêveçûna referanduma Kurdistanê de ragihand “Em nikarin bêjin referandum ne destûrî ye, ji ber ku nerîna aliyê beramber nehatiye wergirtin.”
Dadgeha Federalî derbarê birêveçûna referanduma Kurdistanê de bersiva Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî da bersiva Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî da û ragihand: “Em nikarin bêjin referandum ne destûrî ye, ji ber ku nerîna aliyê beramber nehatiye wergirtin.”
Berdevkê Dadgeha Federalî Eyaz Samûk da xuyakirin ku 4 doz ji bo “neyasayîbûna referandumê” hatibûn tomarkirin.
Eyaz Samûk diyar kir ku Dadgeha Federalî nikar referandumê bi ne destûrî bide zanîn, ji ber ku nerîna aliyê beraber nehatiye wergirtin û diviya li Desteya Wezîrên Hikûmeta Iraqê nêrîna Nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bihata wergirtin.
Berdevkê Dadgeha Federalî destnîşan kir ku nabe biryareke yekalî li ser vê mijarê bê dayîn ji ber ku ew li dijî destûra bingehîn e, û lewma ew biryarê nadin.
Rêveberiya Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê de referandûma serxwebûna Kurdistanê pêk anîbû û di referandûmê de jî sedî 93ê dengê ‘Erê' derketibû. Piştî pêkanîna referandûmê di seride Tirkiye, Îran, İraq û gelek welatan bertek dabûn.
2539 car hatiye dîtin |