Hewlêr (ZNA) - Nûnerê Netewên Yekbûyî (NY) daxuyaniya serokwezîrê Iraqê ya derbarê xilasbûna terorîstên DAIŞê de derewand.
Li gor daxuyaniya NY, îro nûnerê sekreterê giştî yê NYê li Iraqê Jan Kubis teqîna li Bexdayê şermezar kir. Herwaha Jan Kubis ragehand, ‘’Erîşa terorîstan ti demekê dê serkeftî nebe û her dê rastî şikestê bên.’’
Şeva 27.11.2017ê du xwekujan li navçeya Nehrewan a Bexdayê gule li hemwelatiyan berdan û piştre jî xwekujekê xwe teqand û ji ber vê êrîşê 35 kes bûn qurban.
Di daxuyaniya Jan Kubis de tê gotin: ‘’DAIŞ li Iraqê hîn xwedan hêz e û xilas nebûye’’ û bi wî awayî jî daxuyaniyên serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî yên xilasbûna DAIŞê derewand.
Berî naha çend caran serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî dawî hatina DAIŞê û serkeftina hêzên welatê xwe ragehandibû.2392 car hatiye dîtin |
|
|