English | عربی | کوردی  
 
 
2017-12-20 [10:49 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Li bintara çiyayê Qereçox li nêzîkî bajarokê Mexmûr yê Başûrê Kurdistanê, di navbera hêzên Pêşmerge û terorîstên DAIŞê de şer derket. Fermandeyê eniya Guwêr-Mexmûr, Sîrwan Barzanî ragihand, qasekî beriya niha li bintara çiyayê Qereçox li nêzîkî bajarokê Mexmûrê, di navbera komek terorîstên DAIŞê û hêzên Pêşmerge şer derket. Sîrwan Barzanî da zanîn ku di wî şerî de komek terorîst hatin kuştin ku kelexê çend terorîstan ketine desetê Pêşmerge. Fermandeyê tabûra 14 ya Pêşmerge li eniya Mexmûrê, Hogir jî ji BasNewsê re got, şerê Pêşmerge û DAIŞê derdora saet 13:30 derket. Wî fermandeyê Pêşmerge da zanîn, çekdarên DAIŞê ji aliyê Pêşmerge ve hatine dorpêçkirin.



2407 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad