Hewlêr (ZNA) - Li bajarê Serpêla Zehaw yê Rojhilatê Kurdistanê, erd hejiya û komek kes birîndar bûn.
Duh serê êvarê li bajarê Serpêla Zehaw li parêzgeha Kirmaşanê, erd bi tundiya 5.1 pile hejiya.
Li gorî agahiyan, di encama erdhejê de 21 kes birîndar bûn, hinek ji wan birîndaran li nexweşxaneya Serpêla Zehaw hinek jî li nexweşxaneya Kirmaşanê tên dermankirin.
Ji ber erdheja şeva 12 Mijdara sala 2017, gelek kes li Serpêla Zehaw, Qesra Şîrîn, Kirmaşan û deverên din yên parêzgehê miribûn, bi hezaran kes birîndar bibûn.
Bi deh hezaran kes jî bê mal û sitar mabûn ji ber wê jî niha li nav xîvetan de dijîn û hîn dewletê tiştek ji wan re nekiriye.2575 car hatiye dîtin |
|
|