Hewlêr (ZNA) - Fermandayê serkirdayetiya navendî ya Amerîkayê Jozef Fotêl ragehand ku, welatê wî hêza xwe ya leşkerî ji bajarê Minbicê venakişîne.
Kenala CNN a Amerîkî li ser zarê fermandeyê serkirdayetiya navendî ya Amerîkayê Jozef Fotêl ragehand ku, ti pilanên vekşandina hêza me ji Minbicê li bakurê Sûriyê nînin, tevî kuTirkiyê ev yeke ji me daxwaz kiriye.
Tê zanîn ku, 2000 leşkerên Amerîkayê bi armanca şerê DAIŞê û piştgiriya hêzên Sûriya demokratîk li Sûriyê bicih bûne.
Berî niha wezîrê derve yê Tirkiyê ragehandibû ku, dive Amerîka pêwendiyê xwe bi HSD qutbike û hemû çekên berî niha radestî wan kirîn bistîne, herwiha leşkerên xwe jî ji bajarê Minbicê vekşîne.2374 car hatiye dîtin |
|
|