Hewlêr (ZNA) - Aktora navdar ya sînemayê Angelina Jolie çû bajarê Mûsilê û ji mexdûrên şer re alîkarî bir. Jolie dibêje, wê heta niha cihek mîna Mûsilê wêran nedîtiye.
Lîstikvana navdar ya HollyWoodê û balyoza NY di karûbarên penaberan de Angelina Jolie duh çû Mûsilê û ji Mûsiliyan re alîkarî kir. Tê gotin ku Jolie bi qasî 2 milyon dolar alîkarî bo wan biriye.
Angelina Jolie li nav bajêr geriya û bi akinciyên bajêr re peyivî. Ji rûçkê wê lîstikvana bedew diyar bû ku gelekî xemgîn bûye bi dîtina Mûsilê. Jixwe piştî ku bajar dît, got, heta niha min cihek bi qasî Mûsilê wêran nedîtiye.
2470 car hatiye dîtin |