Hewlêr (ZNA) - Piştî hevdîtina wan li bajarê Necefê Ebadî û Sedir hevpeymaniya herdu lîsteyên Nesir û Saîrûn ragehandin.
Îro, Şemiyê Serokwezîrê Iraqê di heman demê de serokê lîsta Nesir Heyder Ebadî serdana bajarê Necefê kir, di wê serdanê de hevdîtin bi rêberê rewta Sedir di heman demê de Serokê lîsta Saîrûn Mûqteda Sedir kir.
Piştî civîna herdu aliyan kongreyeke rojnamevanî li darxistin û hevpeymaniya di navbera herdu lîsteyan de Nesir û Saîrûn ragehandin, hevpeymanî dûr ji taîfiyetê.
Berî niha Mûqteda Sedir bi serokê lîsta Fetih Hadî Amirî re civiya bû û hevpeymaniyek li gel wî ragehandibû.
2467 car hatiye dîtin |