Hewlêr (ZNA) - Polîsê parêzgeha Diyala ya ragehandin ku, ew herdu Fîlîpînî yên ku, li ser rêya Bexda- Kerkûk hatibûn revandin hatin rizgar kirin.
Duh berdevkê fermandariya operasyonên hevbeş ê ser bi wezareta berevaniya Iraqê Yehya Resûl ragehand, li ser rêya Bexda û Kerkûkê li herêma El- Ezîm kesên çekdar ên nasnameya wan nayê zanîn 2 hemwelatiyên Fîlîpînî revandin.
Herwiha wî berpirsî duh di daxuyaniya xwe de dabû zanîn ku, derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike. Yehya Resûl got, wesayîta ku diçû Hewlêrê di rê de xirab bûye û ew du hemwelatiyên jin ên Fîlîpînî jî di wê wesayîtê de bûne û wesayîtek tê tenê wan her du hemwelatiyên Fîlîpînî direvîne û diçe.
Heta niha aliyên fermî jî piştî rizgarkirina wan herdu jinên Fîlîpînî ti zanyarî li ser aliyên ew kes revandî neragehandine.
2365 car hatiye dîtin |