Hewlêr (ZNA) - Berpirsekî Wezareta Darayî û Aborî ya Kurdistanê dibêje, emê hewl bidin beriya cejna Qurbanê mûçeyê meha Gulanê bidin.
Hikûmeta Kurdistanê duh dest bi dayîna mûçeyê meha Gulanê yê karmendan kir.
Berpirsekî Wezareta Darayî û Aborî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, emê hewl bidin beriya destpêkirina bêhnvedana cejna Qurbanê mûçeyê hemû karmendan bidin.
Wî berpirsî her wiha got, eger Bexda wî diravê ku mehane dide Kurdistanê, zûtir bişîne dê mûçe beriya cejna Qurbanê xilas bibe. Em niha li benda Bexdayê ne.
Bexda her meh nêzîkî 318 milyar dînar bo mûçeyê karmendan dide hikûmeta Kurdistanê.
Cejna Qurbanê roja 22 vê mehê ye û bêhnvedana wê jî ji roja 19 vê mehê ve dest pê dike û roja 25 mehê jî xilas dibe.
2428 car hatiye dîtin |