Hewlêr (ZNA) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku Rûsya ji bo karsaz û kesên xwedî pasaporta fermî vîzeyan radike.
Mevlut Çavuşoglu di 10. Konferansa Konsolan de axivî û diyar kir ku wan û Rûsyayê li hev kiriye ku vîzeyan rakin û got, “Rûsya ji bo karsaz, taybet jî ajokarên kamyon û TIRan vîzeyan radike. Me li ve vê mijarê li hev kir.”
Ev di demekê de ye ku krîzek di navbera Amerîka û Tirkiyê birêve diçe û herdu alî li hember hevdu sizayan disepînin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan berî niha gotibû divê Amerîka bizane ku Tirkiye ne bêalternatîf e û eger Amerîka helwesta xwe neguhere ew ê li dost û hevalbendên nû bigerin.
2368 car hatiye dîtin |