English | عربی | کوردی  
 
 
2018-09-03 [11:21 AM]

Hewlêr (ZNA) -


Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Nûnerê Taybetiyê Sekreterê Giştiyê NY li Îraqê Jan Kubis di hevdîtinekê de rewşa Iraqê û dawî pêşhateyên proseya siyasî û pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê gotûbêj kirin.

Malpera hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kir ku, roja Yekşem, 2018-09-02 Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetiyê Sekreterê Giştiyê NY li Îraqê Jan Kubis û şandeya pê re kir.

Li hevdîtinkê behsa rewşa Îraqê û dawîn pêşhatên pirsosêsa siyasî û pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê kirin.Şanda mêvan pêdagirî li ser pêwîstiya hewlên aliyên serketî yên hilbijartinên Îraqî, bi taybetî aliyê Kurd ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê bi zûtirîn dem kir.

Ji aliyê xwe ve Serokwezîrê Herêma Kurdistanê aşkere kir ku,  aliyên Kurdistanî di hewl dane bi zûtirîn dem hikûmeta nû ya Îraqê pêk bihêt û aliyên serketî bi hev re li ser pirogrameka hevpar ji bo pêşeroja Îraqê kar bikin.

Serokwezîr Barzanî ji bo vê yekê jî, amaje bi diyaloga şandeya hevpar ya PDK û YNK li Bexdayê kir, ku bi awayê cidî hewla pêkanîna kabîneya nû ya Îraqê dide.

Li dawiyê jê behsa rewşa Herêma Kurdistanê, bi taybetî hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê ku biryar e di roja 30 Îlonê rêve biçe, kirin.

 





2644 car hatiye dîtin
Reklam
 
Rapirsî
Wênenûçe
 
 
vîdeo
أقوي رجل في العالم
لا تقتربوا من هذا الرجل العجوز
فيل صغير يصطاد العصافير
تصارع على الطعام
لاتضحك على احد لكي لا يضحكوا عليك
 
 

Pênase | Arşîv | Pêwendî

Hamû maf ji Ajansa Nûçeyan a Peyamnêrê (Zagrosê) re parastî ne

Developed By: Omed Sherzad