Hewlêr (ZNA) - Balyozê Hindistanê li Iraqê aşkere kir ku, ew dê nefta Herêma Kurdistanê bikirin û bo Hindistanê bişînin.
Îro 29.11.2018 şandek ji bazirganên Hindistanê ku, 30 kompaniyan pêkdihat li gel Yekîtiya odeya bazirganî û pîşesaziya Herêma Kurdistanê civiya, di civînê de Balyozê Hindistanê li Iraqê aşkere kir ku, ew dê nefta Herêma Kurdistanê bikirin û bo welatan bişînin.
Di kongreyeke rojnamevanî de Balyozê Hindistanê li Iraqê ragehand ku, wan berî niha rasterast li gel Iraqê pêwendiyên bazirganî dikirin, lê niha heman pêwendî dê li gel Herêma Kurdistanê bikin, tekez kir ku, di pêşerojê de nefta Kurdistanê dikirin û bo Hindistanê dişînin.
Ji aliyê xwe ve Serokê Yekîtiya odeya bazirganî û pîşesaziya Herêma Kurdistanê Dara Celîl di kongireyeke rojnamevanî ragehand ku, di meha bê de rêkeftineke bazirganî li gel çend kompaniyên Hindistanê pêktînin.
2569 car hatiye dîtin |