Hewlêr (ZNA) - Endamekî Parlamentoya Iraqê aşkere kir ku, Wezîrê Bazirganiya Iraqê li ser xerckirina pereyên sê salên berî niha ên cotyarên Herêma Kurdistanê razîbûye.
Endamê Parlamentoya Iraqê Mihemed Emîn Faris ji BasNewsê re aşkere kir ku, Hikûmeta Iraqê pereyên Cotyaran ên salên(2014-2015-2016) nedabûn û piştî çend helwan biryara da nîvê wan pereyan bide lê hikûmeta Herêma Kurdistanê qebûlnekiribû.
Mihemed Emîn Faris da zanîn ku, piştî wê em çûne Parlamentoyê û li gel komîteya keştûkal û wezîrê bazirganiya Iraqê derbarê wan pereyan me gotûbêj kirin, di encam de wezîrê bazirganiya Iraqê biryar da pereyên her 3 salan bi temamî werin xerckirin.
Tekez kir ku, niha ew çavdêriya cîbecîkirina biryara xerckirina wan pereyan dikin.
2728 car hatiye dîtin |