Hewlêr (ZNA) - Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan ragehand ku, Serokê Amerîkayê bi biryara vekişandina hêza xwe ji Sûriyê gaveke baş avêt.
Ajansa AAyê ya ser bi Hikûmeta Tirkiyê ve belav kir ku, Serokê Tirkiyê Tirkiyê Receb Tayib Erdogan derbarê biryara Trump bo vekşandina hêza xwe ji Sûriyê daxuyaniyek da, tê de ragehand ku, biryara Trump gaveke erênî bû.
Berî niha jî Serokkomarê Tirkiyê di derbarê vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê axivî û eşkere kir ku hêzên Amerîka erka xwe bi cî aniye. Herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku hemahengiyek di navbera wan û Amerîkayê da heye.
Beriya bi hefteyekê Serokê Amerîkayê Donald Trump aşkere kiribû ku wê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînîn. Herwiha wê êdî Tirkiye şerê DAIŞê bike li Sûriyê. Birayara Trump bibû sedem ku Wezîrê Berevaniya Amerîkayê James Mattis û Nûnerê Trump ê di şerê dijî DAIŞê da Brett McGurk îstîfa kiribûn.
2140 car hatiye dîtin |