Hewlêr (ZNA) - Parêzerê kurd ê xelkê Urmiyê Mesûd Şemsnejad ji aliyê dadgeha Îranê ve 6 sal cezayê girtîgehê jê re hate dayîn.
Li gor raporta rêxistina Mafê Mirov a Hengaw roja 10.02.2019ê parêzerê kurd ê xelkê Urmiyê Mesûd Şemsinijad, ji ber propagandaya dijî nîzamê kiriye û hewl daye dijî asayîşa netewî metirsiyê ava bike, cezayê 6 sal zîndanê jê re hatiye dayîn.
Rûniştina doza Mesûd Şemsnejad bê hebûna parêzerekî birêve çû û ew ceza ji aliyê baskê bicîhanîna cezayan a girtîgeha navendî ya bajarê Urmiyê re bi fermî ji wî parêzerê kurd re hate ragehandin.
Mesûd Şemsnejad roja 08.01.2019ê ji aliyê hêzên îdareya Îtlaat a Îranê ve hatibû girtin.
Parêzerê kurd naha li girtîgeha navendî ya Urmiyê ye.
2176 car hatiye dîtin |