Hewlêr (ZNA) - Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Baxozê roja pêncşemê 1300 kesên din radest bûne.
HSDê operasyona dijî Baxozê, ku herêma dawî ya di destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) de ye, roja yekşemê dabû destpê kirin. Berdevkê HSDê Mustafa Balî ji Twitterê dîyar kir ku ji serê sibehê vir jimareke endamên DAIŞê û malbatên wan radest dibin.
Herwiha ajansên navneteweyî didin zanîn ku gelek kesên radest dibin birîndar in.Ji alîyê din ve, HSDê ragihand ku ji roja Yekşemê vir ve 112 çekdarên DAIŞ’ê hatine kuştin.
Baxoz bajarokê Sûriyê ye li ser sînorê Iraqê û HSD û hevpeymanîyê bo paqijkirina bermayîyên DAIŞê li wî zêdetirî mehekê ye ew bajarok dorpêç kirine.
2428 car hatiye dîtin |