Hewlêr (ZNA) - Îro Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê êrîşa îro li ser du mezigeftan li Nû Zelandayê pêkhatî ku, di encam de bi dehan kes hatin kuştin şermezar kir.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefin Dizeyî di daxuyaniyekê de bo malpera fermî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand ku, serxweşiyê li malbatên qurbaniyan û gel û hikûmeta Nû Zelandayê dikin û di vê dema dijwar de hevsoz û hevxemê wan in.
Îro li Nû Zelandayê êrîşî ser 2 mizgeftan hate kirin û di encamê de 40 kes hatin kuştin.
2170 car hatiye dîtin |