Hewlêr (ZNA) - Şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û wezîrê dewletê yê Brîtanya yê karûbarên Rojhilata Navîn Alistair Burt, pêşhateyên dawiyê yên peyvendiyên Pêşmerge û hêzên Iraqê yên li gel hêzên hevpeymaniya navnetewî gotûbêj kirin.
Vê derbarê de şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di tora xwe ya civakî twitterê de ragehand: ‘’Îro peyvendiyekî telefonî min li gel wezîrê dewletê yê Brîtanyayê yê karûbarên Rojhilata Navîn Alistair Burt pêkanî, behsa giringiya berdewambûna hevpeymaniya navnetewî ya çaksazî û perwerde û pirçek kirina hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê me kir, ku bi awayekî em hêzên xwe kombikin bo dijî teror û herwaha hewldanên me bo seqamgiriya bihêztir be.’’
2083 car hatiye dîtin |