Hewlêr (ZNA) - Terorîstên DAIŞê êrîşî kêlgeheke Kompanyaya Nefta Bakur kir li sînorê Çiyayê Hemrînê.
Kompanyaya Nefta Bakur daxuyaniyek belav kiriye di daxuyaniyê da hatiye gotin ku terorîstên DAIŞê êrîşî kêlgeha Elas kirine lêbelê polîsên kêlgehê bersiva êrîşa terorîstên DAIŞê dane û êrîş têk birine.
Herwiha hatiye gotin ku di encama wê êrîşê da hejmarek endamên DAIŞê hatine kuştin û hinek jê jî birîndar bûn.
Kêlgeha Nefta Elas dikeve herêma sînorê Çiyayê Hemrîn û di bin îdareya Selhedîne daye. Ligor zanyariyên BasNewsê DAIŞê berê ew kêlgeh kontrol kiribû û bi dizî neft li bazarê difrot.
2119 car hatiye dîtin |