Hewlêr (ZNA) - Parlamentoya Kurdistanê di civîna xwe ya asayîde dê yasaya serokatiya herêma Kurdistanê sererast û nûjen bike.
Civîn îro 10.04.2019ê demjimêr 14:00ê dê pêk were. Parlamentera PDKê Lîza Felakedîn Kakeyî ragehand, di civînê de 8 madeyên proje yasaya serokatiya herêma Kurdistanê dê bikevin dengdanê û dema hat pejirandin dê yasayê de bicîh bibe.
Lîza Felakedîn Kakeyî ji malpera fermî ya PDKê re ragehand, fraksiyona PDKê û 12 fraksiyonên din ên nav parlamentoyê dê hewl bidin, desthilatên serokê herêma Kurdistanê wekî xwe bimîne û bi yekdengî proje yasa bê pejirandin.
1921 car hatiye dîtin |