Hewlêr (ZNA) - Serok Mesûd Barzanî şeva bihorî li Hewlêrê ligel Serokê Parlementoya Iraqê Dr. Mihemed Helbûsî û şanda ligel wî civiya.
DI civînê da rewşa siyasî ya Iraqê geşedanên dawî yên siyasî hengavên dawî yên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê hatine gotûbêjkirin.
Serok Mesûd Barzanî û Dr. Mihemed Helbûsî behsa peywendiyên Hewlêr – Bexdayê kirine. Herwiha destnîşanî bi başbûna peywendiyên Hewlêr û Bexdayê hatiye kirin û herdu aliyan aşkerekirine bihêzbûn û başbûna peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê dibin sedema bihêzbûn û îstîqrara Iraq û Herêma Kurdistanê.
Di beşekî din ê civîna Serok Barzanî û Dr. Mihemed Helbûsî da rewşa dawî ya parêzgeha Nînowa, rêveberiya Mûsilê jî hatiye gotûbêjkirin. Herdu aliyan destnîşanî bi wê yekê kirine wê hevkar bin û berdewam bin bo xizmetguzariyê ji xelkê Mûsilê.
2434 car hatiye dîtin |