Hewlêr (ZNA) - Li navçeya Xelfetî ya bi ser Ruha ya Bakurê Kurdistanê, polîsekî Tirkiyê hate kuştin û 2 polîsên din jî birîndar bûn.
Di derbarê mijarê de, Parêzgeriya Ruhayê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, derengê şeva borî demjimêr 02:00an de di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li bajarokê Xelfetiyê taxa Dergiliyê şerekî tund derket.
Parêzgeriya Ruhayê da zanîn, di encama wî şerî de polîsekî payebilind hat kuştin û 2 polîsên din jî birîndar bûne.
Li gor daxuyaniya Parêzgeriya Ruhayê, 2 endamên PKKê jî hatine kuştin, lê ji aliyê PKKê ve heta niha li ser vê bûyerê çi daxuyanî nehatiye dayîn.
2515 car hatiye dîtin |