Hewlêr (ZNA) - Erebistana Siûdiyê ragihand, amade nîne ku asta berhemnaîna petrola xwe kêm bike.
Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê Adil El-Cubeyr di daxuyaniyekê de ji ajansa France Press re ragihand, eger berhemnhênerên din bixwazin rêjeya berhemanîna petrolê sînordar bikin, yan asta berhemanîan wê diyar bikin, ew yek dê bandore li ser bazarê çêbike, lê belê Erebistana Siûdiyê ne amade ye asta berhemanîna petrola xwe kêm bike.
Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdiyê herwiha got: “Mijara petrolê, şandina bo bazarê û xwasta li ser petrolê li gor hêza bazarê ye. Siûdiye pişka xwe di bazara petrolê de diparêze û pêştir jî me behsa wê yekê kiriye.”
Bi mebesta diyarkirina asta berhemanîna petrolê li ser astên meha borî her 4 welatên berhemhênerên petrolê yên Siûriye, Rûsya, Qeter û Venezuela li ser sînordarkirina hinardekirina petrolê bo bazarên cîhanî lihev kirin.
Îran û Iraqê pêşwazî li wê biryarê kirine. Di heyama sê rojên borî de jî nirxê petrolê zêdetirî %14 zêde bûye.
5311 car hatiye dîtin |
|